Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Tê gotin ku Tengava Hormuzê hatiye girtin

Hat ragihandin ku keştiyên li Kendavê ji hêzên pasdaran a Îranê, peyamên pir-frekans werdigirin ku destûr nayê dayîn ku ji Tengava Hormuzê derbas bibin.

Rayedarekî ji Mîsyona Deryayî ya Yekîtiya Ewropayê roja Şemiyê ji Reutersê re got ku keştiyên li kandevê ji hêzên deryayê ya pasdarên Îranê peyamên VHF wergirtine ku destûr nayê dayîn ku ji Tengava Hormuzê derbas bibin.

Tengava Hormuz yek ji riyên herî girîng a cîhanê ye ji bo hinardekirina petrol ye, ku hilberînerên herî mezin ên Kendavê weke Erebistana Siûdî, Îran, Iraq û Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî, bi Kendava Oman û Deryaya Erebî ve girêdide.

Heman rayedar, ku bi şertê eşkerenekirina navê xwe ji Reutersê re axivî û got ku Tehranê hîn ti fermanên fermî ji bo vê yekê nedaye. Îranê bi berdewamî gef xwariye ku ger êrîşî hikûmeta wê were kirin, rêya tengavê bigire.